Şêniyên Reqayê bi çalakiyeke êrişên li ser heremê şermezar kir

Şêniyên Reqayê bi çalakiyeke êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin û çalakvanan bang li Yekitiya Ereban kirin ku ku êrişan rawestînin.

Bi dehan şeniyên li Reqayê, rûspiyên eşîran, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya a şaxê Reqayê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê şêniyên Reqayê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bakûr û rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Şêx Lorens El Borsan ani ziman ku Amerîka, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên pêkanîna sûcên li dijî gelê herêmê ne.

Şêniyan bang li Yekitiya Ereban û Konseya Ewlehiyê ya NY`ê kirin ku li dijî êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Her wiha bang li hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê jî hat kirin ku parastina herêmên Sûriyê bikin.

Di dawiyê de daxwaza girtina qada hewayî ji hêzên heremê hate kirin.

Back to top button