Koalîsyona Navdewletî bi êrîşeke asîmanî serçeteyekî qayîdayê kir armanc

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, hêzên wan li herêmên dagirkirî, bi êrîşeke asîmanî, serçeteyekî Qayîdayê kir armanc.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê, êriş nêzî saet 12’yan pêk anîne, lê ti hûrguliyên din eşkere nekirin.

Hin welatiyên li herêmê ji ajansa Ruetersê re diyar kir ku dengê 3 teqînan hat bihîstin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand, droneke biçek a Koalîsyona Navdewletî, mezreyek li bajarokê Qorqaniya yê li bakur Idlibê kir armanc û di encamê de kesek ku nasnameya wî ne diyar e hat kuştin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, rûpîvaneke berfireh li bakur rojavayê Sûriyê kontrol dikin.

Hêjayî gotinê ye 17’ê Nîsana borî li gundewarê Cerablosê, hêzên Koalisyonê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ’ê kuştibû.

Back to top button