Faris Hemo: Divê welatî li dijî vîrûsê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe biparêzin

Berpirsê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemo jî bang li welatiyan kir ku li dijî vîrûsê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe biparêzin.

Têkildarî xeterî û zêdebûna hejmara pêketiyan Berpirsê Nexweşxanaya Gel a Hesekê Faris Hemo eşkere kir ku pêla çaremîn a bi navê “Delta” pir xeter e û hemû kes pê dikeve.

Hemo got, Nîşaneyên pêketina pêla çaremîn a vîrûsa Coronayê cuda ne ,ew jî êşa serî, bilindbûna rêjeya germahiya laş û ev yek bandorê li sîstema nefesê dike.

Faris Hemo îşaret pê kir ku dibe kesên bi vîrûsê ketine, bi nexweşiya Sehaya jî bikevin.

Hemo bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastina ji vîrusê bigirin.

Back to top button