USIP: Herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze çarenûsa herêmê wenda dike

Peymangeha Emerîkî ya ji Bo Aştiyê ”The United States Institute of Peace’ diyar kir ku, xwesteka TIrkiyê ya herêma ewle windakirina çarenûsa vê herêmê ye.
Sentoreke Emerîkî jî piştgirya vê yekê kir û ragihand ku Bakur û Rojhilatê Sûrî stargeha koçberan e û destwerdana TIrkiyê jê re xeter e.
Her wiha Peymanegha Emerîka da zanîn ku DAIŞ hîna xeter e û bi qasî 18 Hezar şaneyên wan ên veşartî li Sûrî û Iraqê heye.

 

Peymangeha Emerîkî ya ji Bo Aştiyê ”The United States Institute of Peace” li ser daxwaza Kongessê têkildarî siberoja stratejiya Emerîkî li Sûriyê, raporek amade kir.

Di xaleke raporê de tê gotin,

Divê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dûrî destên Rejîma Sûrî, Rûsya û Îranê bimînin, ji ber ku kirinên herî dermirov li ser destên wan pêk hatine.

Her wiha nabe ev herêm bibin ”Herêma Ewle” wek ku dewleta Tirk dixwaze, çimkî wê demê çarenûsa herêmê winda dibe û ev yek xiyaneta Emerîka bi QSD’ê re destnîşan dike.

Endama meclisa bilind a Kongressê, ango Meclisa Şiyoxê, senator Jian Shaheen piştgriya vê xalê kir û bi daxuyaniyekê ragihand ku herêmên navborî stargeha koçberan e..

USIP: BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BÛYE STAREGHEA KOÇBERAN Û NABE RADESTÎ TIRKIYÊ BÊ KIRIN

Ji lewre divê parstina vê herêmê dewam be û nabe ji bo Tirkiyê were radestkirin..

Senator Jian Shaheen destnîşan kir ku îro roj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bûne stargeheke ewle ji koçberan re.

Lewre divê parastina van herêman berdewam be û nabe ji bo dewleta Tirk werin radestkirin.

USIP: TEVGERA ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê ZÊDE BÛYE

Tê zanîn ku, li kêleka xeteriya Dewleta Tirk a DAIŞ’ê jî heye.

Peymangeha Emerîkî di rapora xwe da zanîn ku Li Sûriye û Iraqê bêhtirî 18 hezar şaneyên DAIŞ’ê û alîgirên wê mane.

Ji lewre Xeteriya DAIŞ’ê bidawî nebûye, berevajî wê liv û tevgera şaneyên wê yên veşartî zêdetir bûne.

Hebûna Hêzên Emerîkî û piştgririya herêmên rizgarkirî, tinekirina DAIŞ’ê ye.

Li ser asasê vê rapora ku ev saleke tê amadekirin, endamên Kongressê wê nexşerêyekê ji stratejî û siyasyeta Emerîkayê li Sûriyê diyar bikin.

Leave a Reply

Back to top button