Dewleta Tirk a dagirker gundê Eboş ê Til Temirê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker careke din herêmên sivîlan topbaran kirin..
Doh derengiya şevê, gundewarên Zirgan û Til Temirê yên tijî sivîl bi awayekî dijwar topbaran kirin

Li gorî agahiyên me ji herêmê wergirtine, Artêşa Tirk gundê Ebûş ê bakurê Til Temirê û li ser rêya Zirganê ye bi obus û hawnan topbaran kirin.

Her wiha beriya wê jî çend gundên Girê Spî jî bi dijwarî hatin topbarankirin..

Ev yek jî di wextekê de tê ku, tevgera Artêşa Tirk li herêmên navborî û jimara çek û çeteyên wê jî zêde dibin..

Back to top button