Şandeya Rojava serdana taziyeya Şêx Mihemed Kesnezanî kir

Şandeya ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serdana taziyeya Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî kirin û hevxemiya xwe gihandin malbata Rêberê Terîqeta Qadirî.

Danê êvarî li Silêmaniyê şandeya ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Kurdistanê serdana taziyeya Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî kirin.

Şande hevxemiya xwe gihandin malbata Serokê Terîqeta Qadirî.

Endamên şandeyê gotin ku ew xwedî li peyama aştiyê ya Şêx Mihemed a ji bo Kurdistanê û bi giştî herêmê derdikevin.

Şêx Nehro jî ji bo serdanê şande spas kir û anî ziman ku ew piştgiriyê didin xebatên aştîxwazî yên li Rojavayê Kurdistanê.

Endamên şandeyê paşê mezelê Şêx Mihemed Kesnezanî ziyaret kirin û fatîhe xwendin.

Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî 4’ê Tîrmehê li Amerîkayê koça dawiyê kiribû.

Back to top button