Li Minbicê erebeyek teqiya

Di salvegera komkujiya Qereçoxê de, dîsa dagirkeran êriş pêk anîn. Vê êvarê li Minbicê erebeyek teqiya. Vê sibehê jî, Balafireke bê mirov a dewleta Tirk li Kobanê erebeyek bombebaran kir.
QSD’ê têkildarî êrişê daxuyanî da û da zanîn ku di êrişê de şervanekî wan şehîd bûye.

Vê êvarê erebeyek bi tîpa Jeep nêzî goristana Şehîd Aqîl a li ser rêya çerxerêya Şehîdan a bajarê Minbicê teqiya.

Li gor agahiyên nûçegihanên me, erebe bi mayinekê hat teqandin û tu ziyanên Canî nînin.

Meclisa leşkerî ya Minbicê têkildarî teqînê daxuyanî da

Têkildarî bûyerê, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî da û got:

Mayînek bi erebeyê ve teqiya û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Back to top button