Artêşa Îsraîlê li Xezayê li bêtirî 22 hezar xal kirine armanc

Ji despêşa şerê navbera Hemas û Îsraîlê, li Xeza serdemek nû ya wêraniyê despê kiriye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji despêka şer û heta niha, li dijî Xezayê bêtirî 22 hezar xal bûne armanca êrişên wan.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bang li Hemasê kir ku çekên xwe dêne.

Ji 7’ê Cotmehê ve, li dijî Şerîda Xezayê bêtirî 22 hezar xalên hatîn destnîşankirin bûne armanca êrişan.

Artêşa Îsraîlê ev agahî di daxuyaniya xwe ya doh êvarî dayî de parve kir.

Hat ragihandin ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, li Şerîda Xezayê bêtirî 250 nuqteyên ku di nav wan de navendên ragihandina leşkerî yên Hemasê û tunelek li başûrê Şerîda Xezayê jî hatine armanckirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 berpirsên payebilind ên Hemasê li bakurê Xezayê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku artêşa Îsraîlê parve kirine, ji destpêka şer ve 98 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û 600 jî birîndar bûne.

Îsraîlê ragihand ku di şer de 7 hezar çekdarên Hemasê hatine kuştin.

Netanyahu: Çekên xwe deynin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyê de şevê din weşand de bang li Hemasê kir ku “çekên xwe berde”.

Netanyahu got, “Di rojên dawî de bi dehan terorîstên Hemasê teslîmî artêşa me bûn.”

Serokwezîrê Îsraîlê peyama ku şer dewam bike da û ev tişt anî ziman:

“Lê ev destpêka dawiya Hemasê ye.

Ez ji terorîstên Hemasê re dibêjim: Qediya ye!

Ji bo Yehya Sinwar (serokê Hamasê li Xezzeyê) nemirin. Teslim bibin!”

Hemas bo Netanyahu: We nekarî “berxwedanê bişkînin”

Li aliyê din Hamas hemû îdiayên ku ji aliyê Îsraîlê ve tên kirin red dike.

Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam ya baskê çekdar ê Hemasê ye Ebû Ubeyda ragihand ku şerê li dijî leşkerên Îsraîlê wê bidome.

Ubeyda got;

Tevî hemû hewldanan jî leşkerên Îsraîlê nekarîn “berxwedanê bişkînin”.

Piştî agirbesta bi navbeynkariya Qeterê, Hemasê 105 dîl serbest berdan û Îsraîlê jî di berdêla wê de 240 girtiyên Filistînî serbest berdan.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Hamasê 137 dîl girtiye.

Agirbest di 1ê Kanûnê de bi dawî bû.

Hemas: Di êrişên Îsraîlê de heta niha derdora 18 hezar Filistînî hatine kuştin

Li gorî daneyên Hemasê heta niha derdora 18 hezar kesan ku piraniya wan jin û zarok in mirin e.

Her wiha 49 hezar û 200 jî birîndar bûne.

WHO: Şerê li Xezeyê ji bo tenduristiyê bûye felaket

Back to top button