Hin Sûriyên girêdayî Cebhet El-Nusra li Almanyayê hatin girtin

Almanya, hin Sûriyên girêdayî çeteyên Cebhet El-Nusra ku tiliya wan di sûcên şer de hebûn, girtin..

Serdozgeriya Giştî ya Almanyayê duh hinek kesên Sûrî bi gumana ku wan di nava çeteyên Cebhit El-Nusra de sûcên şer kirine, girtin.

Dadgeha Karlsruhe bi daxuyaniyekê ragihand ku, Xidir A.K û Samî A.S li Nomborg û Hess hatin rawestandin..

Dadgehê diyar kir ku tê payîn kesê bi navê Xidir girêdayî çeteyên Cebhet el-Nusra be û sûcê bidarvekirinê di 10’ê Tîrmeha 2012an de li dijî efserekî hikumeta Şamê pêk anîbe.

Kesê din jî, piştgiriya çeteyan dikir û gelek dîmênên kuştinê kişandiye û karê propogandayê dikir..

Di dawiya Nîsana borî de, der barê sûcên şer ên girêdayî hikumeta Şamê de, yekem darizandin li Koblintes dest pê kir.

Herî dawî jî, Almanya bijîşkek Sûrî ku tiliya wî di sûcên şer û êşkencekirina Sûriyekî muxalif heya mirinê de heye, hat girtin.

Back to top button