HPG: Bi boneya hefteya Lehengiyê gerîla li Zapê li hêzên dagirkeran da

Bi boneya Hefteya Lehengiyê, Hêzên Gerîla li Kela Bedewê ya herêma Zapê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

26’ê Adarê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bedewê xistin û hedefên hatî diyarkirin hatin derbkirin..

27’ê Adarê hêzên me li çeperên dagirkeran ên li Kela Bedewê xistin û li vir dagirkerek hate cezakirin, çeperek jî hate rûxandin..

Ev herdu çalakî di şexsê şehîdên nemir Fermandar Egîd û Mazlûm Dogan de ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê û şehîdên Kurdistanê hatin lidarxistin.”

Her wiha HPG’ê ragihand ku 26 û 27’ê Adarê, herêmên Metîna, Zap û Xakurkê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button