Hêzên Rûsya êrişî depoya petrolê ya li Lutsk kir

Rûsya asta êrişên xwe yên li Ûkrayna zêde kiriye. Artêşa Rûsya, paytexta Ûkrayna Kîev jî di nav de bi moşekan êrişî 5 bajaran kir. NY jî dibêje ji ber şerê li welat heta niha bêtirî hezar û 100 sivîl hatine kuştin. Ûkrayna jî ragihand ku hêzên Rûsya ji herêma Çarnobil vekişiyane û eşkere kir ku 17 hezar leşkerên Moskow hatine kuştin. Di vê navberê de, Serokomarê Ûkrayna Zelensky dimenên balkêş yên meke ji şerê li welat parve kir.

33 rojin li Ûkrayna dengê cekan qet kêm nabe.

Rûsya bi tevahiya hêza xwe êrişî binesaziyên sereke yên Ûkrayna dike.

Artêşa Rûsya êrişî depoya petrolê ya li bajarê Lutsk ê herêma Volînskaya ya Ûkraynayê kir.

Rêveberiya bajar jî qetîna depoya petrolê piştrast kir.

Rûsya bi moşekan êrişî 5 bajarên Ûkrayna kir

Artêşa Rûsya di saetên şevê de, bi moşekan êrişî Lutsk, Jitomir, Xarkov, Rivne û paytext Kîevê kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di van rojên dawî de êrîşên mûşekî yên stratejîk zêde bûne:

Di van êrişan de, xalên krîtîk ên Ûkraynayê hatine armanckirin.

Hêzên Rûsya ji Çernobil derketin

Piştî ku artêşên Rûsyayê bajaroka Slavûtîç a li herêma Çernobîl a Ûkraynayê bi dest xistin, ji Şaredarê Slavûtîç Yûrgî Fomîçev daxuyaniyek nû hat.

Fomîçev diyar kir ku artêşa Rûsyayê ji herêmê derketiye û got,

“Leşkerên Rûsyayê li Çernobîlê xebatên ku dixwestin bikin, bi dawî kirin.

Li bajarok geriyan û îro ji herêmê derketin.

Niha ti leşkerên Rûsî li bajêr nemane.”

Bajarê Slavutich ê Çernobîlê duh di saetên sibê de ji aliyê artêşa Rûsya va hetibû kontrolkirin.

NY: Herî kêm 1,119 sivîl hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de herî kêm 1,119 sivîl hatine kuştin û 1,790 jî birîndar bûne.

Piştî êrîşan 3 milyon û 821 hezar û 49 kes jî koçberî welatên cîran bûne.

Ûkrayna: 17,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna têkildarî şerê 33 rojan yê li dijî artêşa Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê; 17 hezar leşkerên artêşa Rûsyayê hatine kuştin.

123 balafir, 127 helîkopter, 586 tank, 1694 wesayîtên zirxî, 302 top, 95 pergalên avêtina roketan û 54 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê hatin têkbirin.

Her wiha 1,150 wesayit, 7 keştî û keştiyên sivik, 73 wesayîtên sotemeniyê û 66 balafirên bêmirov jî hatine bêkêrkirin.

Zelensky dimenên balkêş yên êrişa Rûsya li ser Ûkrayna weşand

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky derbarê bûyerên ku di şerê li Ûkraynayê de qewimî de daxuyaniyek da. Zelensky dîmenên balkêş ên êrîşên ku ev meheke ji aliyê ve li ser herêmê pêk tê weşand.

 

Back to top button