KCK: Em gelê Kurdistanê yê welatparêz ji dil pîroz dikin

Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê gelê Kurdistanê yê welatparêz ku bi milyonan herikîn qadên Newroz ji dil pîroz kir. KCK’ê diyar kir di Newrozê de gelê Kurdistanê dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi rengekî gelekî xurt nîşan da û got: “Gelê me bi tevlîbûna xurt a li pîrozbahiya Newrozê, derbeke din a mezin li vê faşîzma hejiyayî xist”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî başdariya gel a li pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek da.

KCK’ê bal kişande ser peşwaziya Newroza 2023′ a ji aliyê gel ve û wiha got:

“Gelê Kurdistanê yê welatparêz bi milyonan kesî dakete qadan û Newroza 2023’an pîroz kir ku weke Newroza Rêbertî ya 50’yemîn pênase dikir.

Em gelê Kurdistanê yê welatparêz ji dil pîroz dikin, silav dikin.

Newroza 2023’an bi beşdariya bi milyonan kesî veguherî roja têkoşîna mezin a li dijî mêtingerî, qirkerî, dagirkerî û faşîzmê.

Pêvajoyeke bi heybet û serketî ya Newrozê pêk hat. ”

KCK: Bi milyonan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

KCK’ê diyar kir dilsoziya gel ya bi Rêber Apo re di newrozê de gelekî xurt hate nîşandan û ev tişt anî ziman:

“Ev têkoşîna ku Rêber Apo beriya 50 salî di pêvajoyeke Newrozê de da destpêkirin, gelê Kurd ji tunebûnê xilas kir. Ev meşa azadiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin îro li qadan veguheriye qîrîna azadiyê ya bi milyonan mirovî.”

KCK: Gel bi helwesta xwe nîşan da ku Rêber Apo îradeya wan e

KCK’ê anî ziman gelê Kurd Newroza 2023’yan jî bi vê hişmendiyê pêşwazî kir û wiha dewa kir: “Bi milyonan kesên ku tevlî Newrozê bûn bi yek dengî li ber tecrîdê rabûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Bi vê helwesta xwe gelê Kurdistanê nîşanî her kesî da ku Rêber Apo îradeya wan e û muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e.”

KCK: Jin û Ciwanan her der kir qada Newrozê

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê bal kişande ser tevlibûna zêde ya jin û ciwanan jî û helwest û pêşengtiya wan a ji bo têkoşînê pîroz kir.

“Bi pîrozbahiya Newrozê re derbeke mezin li faşîzma hejiyayî hate xistin”

KCK destnîşan kir ku gelê Kurdistanê bi vî rengî helwesteke zelal li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst nîşan da û got:

“Gelê me bi tevlîbûna xurt a li pîrozbahiya Newrozê, derbeke din a mezin li vê faşîzma hejiyayî xist”

KCK: Sala 2023’an wê bibe sala hilweşandina faşîzmê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê careke din Newroza 2023’yan li her kesî pîroz kir û bi vê peyamê daxuyaniya xwe bi dawî kir:

“Em di wê baweriyê de ne ku sala 2023’yan wê bibe sala hilweşandina faşîzmê”

Back to top button