Almanya..Agir bi erebeyan ket û 8 leşker birîndar bûn

Doh li Almanyayê, kamyonekê li karwana leşkerî ya artêşa Amerîkayê da.Di encamê de 4 erebe bi temamî şewitîn.Her wiha şofêrê kamyonê mir û 8 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya Newmarktê ya eyaleta Bavyerayê rû da.

Dema karwana artêşa Amerîkî di rê de diçû, kamyonekê li wan da.

Di encamê de agir bi erbeyan ket.

Şofêrê kamyonê li cihê bûyerê jiyyana xwe ji dest da.
Komên agirkujiyê yekser destwerdan qezayê û şewat vemirandin.

8 leşkerên Amerîkî yên birîndar bûn jî rakirina nexweşxaneyê.

Artêşa Amerîkayê ragihandin ku rewşa birîndarên wan baş e.

Back to top button