Her roja derbas dibe, dema ji bo hilbijartina li Lîbya hîna nêztir dibe. Her çiqasî nezelaliyek di warê hilbijartinê de hebe, lê di warê siyasî û qanûnî de alîzî hene. Ji bo hilbijartinê gelek astengiyên derdikevin pêş jî heye. Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê El-Menfî ji bo geşedanên dawîn li qada Lîbya û amadekariyên lidarxistina hilbijartinan di rojên bê de, nîqaş bikin çûn Qahîrê.
Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El-Menfî tevî şandeyeke lîbyayî îro gihaşt Qahîrayê.
Şandeya ku wê derbarê dosyayên navbera herdu welatan de bi serokomarê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî re bicive.
El-Menfî wê geşedanên li qada Lîbyayê û amadekariyên lidarxistina hilbijartinan di rojên bê de nîqaş bike.
Tenê 3 roj mane ku hilbijartinên Lîbyayê li dar kevin.
Lê ji ber ku asoyên lidarxistina wê nezelal in, Îtalyayê banga lezgîn kir.



