Li Reqayê toreke bazirganên hişbirê hatin girtin û gelek madeyên hişbirê jî hatin desteser kirin.
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa û gundên wê li dijî bazirganên madeyên hişbir operasyon kirin.
QDS’ê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Di encama operasyona lêgerînê de, hêzên me dest danîn ser miqdareke mezin a madeyên hişbir .”
Li gorî daxuyaniyê kesê bi navê Mihemed Nûr El-Bedir ê ji Reqayê ku bazirganiya erebeyan û hişbirê dikir, hat girtin.
Mihemed Nûr El Bedir li xwe mikur hat ku ew bazirganiya hişbirê dikin.
Kesê bi navê Mistefa Xidir El-Bedir li xwe mikur hat ku madeyên hişbir vedişart û ji bazirganan re dişand.
QSD’ê diyar kir ku ew û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo pêşîlêgirtina van xebatên ku hewl didin civakê xirabikin, wê operasyonên xwe bidomînin.