BI HATINA ZIVISTANÊ RE REWŞA KOÇBERAN DIJWARTIR DIBE

Di rojên dawîn de baran li derdora Hesekê zêde bariya, kampên koçberan ên gundewarên bajarê Hesekê tijî av bûn.

Ji ber vê yekê jî êş û zehmetiyên koçberan zêde bûne.

Tevî wê jî rêxistinên alîkariya mirovî rewşa koçberan paşguh dikin.

Bi hatina zivistanê re koçberên Dêrazorê yên di kampa Erîşe ya bajarê Hesekê de gelek zehmetiyan dibînin.

Ji ber barana zêde tevgera di kampê de zehmet dibe.

Konên koçberan tijî av bûne.

Pêwîstiyên zivistanê tune ne û alîkarî jî kêm e.

Koçber şev bi derxistina avê ji çadirên xwe derbas dikin.

Gelek koçber jî ji ber sermaya zêde nexweş ketin.

Jineke pîr, ji ber barana zêde çadira wê bi ser de hate xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha ji ber barana zêde dibistanên kampê hatin girtin.

Ji ber rewşa hewa û lehiya ku li kampê çêbû, bi sedan zarok di çadirên xwe de man.

Koçberan diyar kirin ku pêwîstiyên ku wan ji baranê biparêzin tune ne û alîkarî bi awayekî kêm ji wan re tê pêşkêşkirin.

Koçberan bang li Komseriya Karûbarên Koçberan kiribûn ku çadirên nû ji wan re peyda bikin.

Lê heta niha ti alîkarî pêşkêşî koçberan ne kiriye.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê ji destpêka ku kamp hatiye avakirin ve li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dike.

Lê ji ber hêjmara zêde ya koçberan alîkariya ku tê kirin têra koçberan nake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Erîşe 30 kîlometre li başûrê bajarê Hesekê ye 1’ê Hezîrana 2017’an hate avakirin û nêzî 9 hezar koçberên ji herêmên Dêrazorê lê ne.

Leave a Reply

Back to top button