Nirxê sotemeniyê li Şehba gelekî biha bûye

Dorpêça hişk a Hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê dewam dike..
Ev dorpêç metirsiya bobelateke mirovî derdixe holê.
Ji ber dorpêçê û sermaya zivistanê, nexweşî li kampan belav bûye.
Rewşa tenrduristiyê gelekî bi paş ketiye..
Ji ber dorpêçê nirxê sotemeniyê jî ku kêm peyda dibe, gelekî biha bûye.

Dorpêçkirina Şehba roj bi roj asêtir dibe ..

Rewşa hewa tê guhertin , Serme zê de dibe ..

Nexweşî belav dibin .

Bi sarbûna hewayê re barê koçberan , girantir bû..

Nirxê sotemeniyê ku gelekî kêm peyda dibe bi 2-3 qat ji berê bihatir baha bûye.

Piştî dorpêçê lîtreyê mazotê gihaşt 11 hezar lîre.

Lîtreyê benzînê jî 17 hezar lîre.

Tûpa gazê jî 170 hezar lîre û tonê êzing jî zêdetirî milyonek lîre ye.

Şêniyên kantonê neçar dimînin ku xwarinê li ser bermahiyên çopan çêbikin..

Rewşa tenduristiyê xerab e

Rewşa tenrduristiyê ya kantonê ji ber dorpêçê gelekî bi paş ketiye..

Derman kêm bûn û gelek navendên tenduristiyê jî xebatên xwe rawestandin.

Dorpêçê bandora xwe li ser çandiniyê jî kir

Dorpêça li ser herêmê bandor li çandiniyê jî kir..

Nirxê semadê li kantonê gihîşt zêdetirî 80 hezar lîre ..

Her wiha saziyên xizmetguzariyê jî ji dorpêçê nefilitîn û piraniya xebatên wan rawestiyan.

Berê kehrebe rojane 6 saet dihat, lê piştî dorpêçê tenê 2 saet tê.

Ji ber tunebûna mazotê saetên pêxistina jeneratorên bîrên ava vexwarinê ji 14 saetan bûn 8 saet.

Erebeyên veguhastinê yên di nav gund û bajarên kantonê de ji 100 erebeyî bûn 25..

Nirxê çûyîna her cihekî ji hezar lîre bû 5 hezar lîre.

Di rewşeke wiha de jiyana bi dehhezaran kesî di metirsiyeke mezin de ye.

Back to top button