Ciwanê Efrînî M.E: Di girtîgeha navendî ya Efrînê de zarok jî hebûn

Ciwanê Efrînî yê bi navê (M.E) xwest li mala xwe bimîne, lê nedizanî ku dê zêdeyî salekê di hurceyên dagirkeran de were êşkencekirin. Ciwanê Efrînî behsa kirin û sûcên çeteyan di hundirê girtîgehên Tirkiyê yên li Efîrnê de dike û dibêje heta bi zarokên yeksalî û pîrên 70 salî li wir hebûn û dihatin êşkencekirin.

Li hundir û derveyî girtîgehên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, rewş ew rewş e.

Di girtîgehên çeteyên wê yên li Efrînê de, tiştên nedîtî têne kirin û asta sûcên wan li dijî sivîlan derketiya jor, zarok jî para xwe ya van sûcan heye.

Ciwanekî Efrînê yê bi navê M.E ku xwe ji girtîgehên çeteyan rizgar kiriye, dibêje ku wî di girtîgeha navendî ya Efrînê de, zarokên temenê wan salek û jor de dîtine.

Li gel zarokan jî (M.E) destnîşan dike ku zêdeyî 800 xort û derdora 60 jinî di vê girtîgehê de hene.

Li gorî wî, di nav girtiyan de, kesên 70 û 80 salî jî hebûn û dihatin êşkencekirin.

(M.E) her cure êşkence û hovîtî di girtîgehên çeteyan de dîtine û tîne ziman ku 6 çeteyan nobeta lêdan û êşkencekirina wî girtibû û ji wan çeteyan navê “Ebû Ebdullah, Ebû Nimir, Ebdu û Ebû Osman” bi bîr tîne.

Ciwanê Efrînî M.E: Bê sûc min girtin û hemû cure êşkence li min kirin

Ciwanê Efrînî 4 rojan tenê di hucreyekê de maye û ji bilî parçeyekî nanê tisî ti xwarin nedane wî.

Ciwanê Efrînî M.E: Çete sûcên derexlaqî derheqê jinan de dikin

Ciwanê Efrînî destnîşan kir ku çete di girtîgehê de sûcên derexlaqî jî der heqê jinan de dikirin.

(M.E) sal û nîvekê di girtîgeha Navendî ya Efrînê de ma û li beramberî fidyeyê hat berdan.

Her wiha piştî dana 100 dolarî ji Efrînê derdikeve û xwe digihîne cihekî ewle.

Mîna vî ciwanî, bi sedan jin, ciwan, kal û pîr di girtîgehên çeteyan de ne û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Tevî belgekirina van sûcan û şandina wan bo civaka navdewletî jî, çav ji van binpêkirinan girtî ne..

Back to top button