Ji 2019’an ve cara yekeme konseya NATO-Rûsya civiya

Civata NATO-Rûsya ji sala 2019’an ve ji bo cara yekê kom bû. Mijarên sereke yên civînê jî tevgera Rûsya li sînorê Ûkrayan û ewlehiya Ewropa ye.

Civîna ku li baregeha NATO ya li Brukselê hat lidarxistin, bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg tê lidarxistin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve Aleksandr Grushko û Alîkarê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomin li ser navê Rûsyayê beşdarî civînê dibin.

Di civînê de ji bilî nûnerên hertimî yên hevpeymanên NATO yê yên li Brukselê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman jî amade ye.

Rojeva sereke ya civînê rewşa li sînorê Ûkrayna bû.

DYA û NATO, Rûsya bi komkirina hêzê li sînorê Ûkrayna tewambar dike.

Rûsya jî vê yekê red dike.

Di çarçoveya hevdîtinên dîplomatîk de, piştî civîna îro ya li Brukselê, wê di Civîna Konseya Daîmî ya AGIT (OSCE) ya li Viyanayê de bên nîqaşkirin.

YE banga hevkariya li dijî Rûsya kir

Hemwextî vê, Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell diyar kir ku Rûsya dixwaze ewlekarî û siyaseta Ewropa biguhere.

Borrell ji bo vê yekê jî banga hevkariya li dijî Rûsya kir.

Back to top button