Serdozgeriya Tirk ji Gergerlîoglû xwest ku teslîm bibe

Ji bo parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê wekîltiya wî hat xistin, agahdarnameya “teslîm bibe” şandin. HDP jî bo betalkirina biryara xistina parlementeriya Gergerlîoglû wê sibê serî li Dadgeha Destûra Binegehîn bide.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû ku, ji ber 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû bîrin, di Meclîsa Tirkiyê de, parlementeriya wî hat betalkirin. Gergerlîoglû ku li ser vê yekê li Meclîsê dest bi çalakiyê kiribû, sibeha Newrozê polîsên Tirk bi ser meclîsê de girtin û ew xistin binçavan.

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, ji Gergerlîoglû re agahdarname şand û xwest di nava 10 rojan de teslîmî Serdozgeriya Komarê bibe, nexwe ew ê biryara girtinê bide.

HDP wê sibê serî li dadgeha destûra bingehîn bide

HDP’ê jî ji bo betalkirina biryara xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû, wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a Tirk bide.

Şandeyeke ji Gergerlîoglû, parlamenter û parêzeran pêk tê, wê sibe saet 10.00’an, bi navê “Betalkirina biryara xistina parlamenteriyê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn-AYM bidin.

Back to top button