MSD: Ger rêjîm helwestên xwe bi erênî nîşan bidin, em ê rêzgirtinê bidinê

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê teqez kir ku helwesta wan darbarê danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re ji destpêka aloziya Sûriyê ve heman helwest e û ger rêjîm bi erênî helwestên xwe nîşan bidin û rêzgirtinê bidin vê tiştê.

MSD’ê daxuyaniyek da raya giştî û tê de wiha dibêje:

“Em weke MSD’ê amade ne ku bi rêveberiya Şamê re danûstandinan bikin.

Me baş guh da gotinên Beşr El-Esed û têkildarî gotinên wî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazînbûnên me hene.

Lê me ji gotinên El-Esed hat fêmkirin ku amadehiyeke ji aliyê rêveberiya Şamê ve heye ku danûstandinek navbera me de pêk were.”

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê destnîşan kir ku ew amade ne ku tevlî hêzeke opoziyonê ya rastîn bibin ji bo çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were danîn.

MSD’ê teqez kir ku ger rêjîm bi erênî helwestên xwe nîşan bidin û rêzgirtinê bidin vê tiştê.

Her wiha MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên artêşa Sûrî ku xwîna wan bi xwîna hêzên QSD’ê re li ser xaka Bakur û Rojilatê Sûriyê bûye yek, silav kirin.

Leave a Reply

Back to top button