AKP’ê dayîkeke temenmezin tevî nexweş e jî, girtî hiştine!

Zextên hikumeta faşîst AKP’ê bi dawî nabin.. Muşeher Ulker a 54, tevî ku nexweşiya wê giran e jî dîsa girtî ye. Keça wê, Çîmen Ulker, diyar kir ku ji ber rewşa dayîka xwe bi fikar e û xwest zû were berdan.

Ulker anî ziman “Dayîka min di 11’ê Hezîranê de hat girtin heta 12’ê Hezîranê ji ber nexweşiyên wê du caran rakirine odey dermankirinê ya girtîgehê.”

Ji ber nexweşîniya dayîka xwe, Ulker xwest demildest bê berdan û raporên nexweşiya wê jî li gel wan hene û gelek caran li Fakûlteya Dîcleyê hatiye dermankirin.

Her wiha da zanîn ku ew bi fikar in û ji ber dayika wê nikare parêza xwe bike jiyana wê di metirsiyê de ye.

Ulker herî dawî ji bo rewşa dayîka wê xerabtir nebe, bang li sazî û rêxistinên berpirs kir

Back to top button