AGIR BI KAMPA CEMIŞKO YA PENBERAN KET, 20 KON ŞEWITÎN

Fermana ku bi serê xelkên Şengalê de hat, hişt ku li tevahiya cîhanê derbeder bibin.
Lê diyar e heta konê penaberiyê jî pişta xwe dide wan.

 

Îro serê sibehê agir bi kampa Cemişko ya penaberên êzîdî ser bi bajarê Zaxo ve ket.

Di encamê de 20 konên penaberan tevî kelûpelên xwe şewitîn.

Cîgirê rêveberê kampê Sebrî Mihemed tekez kir ku şewat ji ber çirûskeke elekitrîkê rû daye, ku di encamê 20 kon

şewitîn berî ku tîmên agirkujiyê agir vemrînin.

Sebrî Mihemed diyar kir ku ti ziyanên canî ji ber şewatê çênebûne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button