Koordînasyona PAJK’ê salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê bi sernavê ‘ PKK partiya şehîdan e, vejîna jinê û gelên bindest e’ pîroz kir. PAJK’ê da zanîn ku bi PKK’ê re jin bû jiyan, jiyan jî bû têkoşîn, jin, ciwan û gelê Kurd wê di sala 45’an de jî bi biryardarî li dijî planên qirkirinê têbikoşin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi sernavê “PKK partiya şehîdan e, vejîna jinê û gelên bindest e” daxuyaniyek da û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir.
PAJK: Bi PKK’ê re jin bû jiyan, jiyan jî bû têkoşîn
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku Felsefeya jiyana azad a PKK’ê, bi hevrêtiya dîrokî ya Heqî Karar, Sara û bi hezaran şehîdan di xeta Rêbertiyê de bi jiyanî bû.
Em bi vê bîr, bawerî û heqîqeta mezin a şehîdan dikevin sala 45’emîn ya partiyê PKK’ê.
Di daxuyaniya PAJK’ê da hate gotin:
Rêber Apo di demeke wiha ya jin-civak ber bi serberjêriyê ve diçû derket, bi avakirina PKK’ê re hemû rastiyên di zihniyeta civakê de hatibûn çêkirin serû binî kirin.
PKK’ê hevrêtiya mezin û dîrokî di navbera jin û mêr de afirand. Felsefeya “Jin, Jiyan Azadî” li ser vê heqîqeta PKK’ê şênber bû.
Her wiha di daxuyaniyê de hate zanîn ku têkoşîna 44 salan a PKK’ê, milîtanî û şoreşgeriya jin çanda tekoşînê, şerê xwe parastina cewherî û çanda berxwedanê di civaka Kurd de afirand.
Rêber Apo bi derxistina hêz, îrade, cesaret û baweriya jinê rêxistinbûna xweser li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinê pêşxist.
Di her saleke têkoşînê ya PKK’ê de jinê, gaveke pêştir, derketineke nû ji bo siberoja xwe ya azad û mirovahiyê avêt.
PAJK’ê da zanîn ku ew di sala 50’emîn a meşa azadiyê ya Rêber Apo dikevin sala 45’an ya PKK’ê.
PAJK: Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye
Di dawiyê de PAJK’ê got:
Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye.
Hebûna PKK’ê ruhê yekîtiya Neteweya Kurd e û di Rojhilata Navîn de hêza çareseriyê ye.
Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê wê siberoja azad, bi pêşengiya jinê û li ser hîmê pêşxistina jiyana azad teqez were misogerkirin.