Bi gotina “Kurdistanê Mêtingeh e” destpêkirin

Beriya vê bi 45 salan, Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê hat damezrandin.
Partiya ku ji aliyê 22 kesan li Amedê ava bû, tevî her cûre êriş û zextan jî îro hem ji bo Kurd û hem jî li qada cîhanî xwedî bandoreke mezin e.

Her tişt Cotmeha 1972’an li payetxa Tirkiyê Enqerê bi gotina “Kurdistanê mêtingeh e” destpêkir.

Xwediyê vê gotinê jî xwendekarê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Ev gotina dîrokî ya Ocalan di nava demeke kurt de ji bo gelê Kurd veguherî nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû.

Bi pêşengiya Abdullah Ocana, sala 1975’an koma binavê “Şoreşgerên Kurdistanê” hat avakirin.

Ev tevgera îdeolojîk bi demê re weke koma “Apocî” li derdorê belav bû.

Yekemîn biryara girîng a komê jî vegera li welat bû.

Dewleta Tirk a ji ber vê biryarê ket nava tirsê, xwest di kêliya pêşî de pêşengên koma Apocî tine bike.

Şehadeta Hakî Karer hişt PKK’ê ava bibe

Pêşengê wê Hakî Karer 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê hat şehîdkirin.

Abdullah Ocalan ji bo bîranîna Hakî, biryara avakirina partiyê dide.

26 û 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê Amedê kongreya damezrandinê pêk hat.

Û navê Partiya Karkerên Kurdistanê lê hate kirin.

Abdullah Ocalan weke sekreterê giştî tê hilbijartin.

Piştî ragihandina PKK’ê , zextên dewletê jî pir zêdebûn.

Wê demê pêşbîniya Abdullah Ocalan ew bû ku wê darbeya cuntaya leşkerî pêk were.

Lewma tevî koma ji 15 kadroyan pêk tê berê xwe dide qada Rojhilata Navîn.

Vegera Kurdistanê û berxwedana zindanan

Û piştî xebatên amadekariyê sala 1982’an PKK’ê kongreya xwe a 2’mîn pêk tîne.

Tişta ku mohra xwe li kongrê dide jî vegera Kurdistan û amadekariya têkoşîna şerê çekdarî bû.

Ew qonax ji bo PKK’ê veguherî sala diyarkirina qederê.

Û pêşengê wê jî kadroyên li Zindana Diyarbekirê bûn.

Bi gotina Sekreterê PKK Abdullah Ocalan, şehadeta berxwedêrên zindanê ji bo wan fermana destpêkirina têkoşîna çekdarî bû.

15’ê Tebaxê-Gulleya pêşî

Li ser vî esasî, 15ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya Mahsum Korkmaz li Botanê pêşî hate avêtin.

Wê rojê bi qasî girîngî û bandora pêngavê, êdî gelê Kurd bû xwedî hêza artêşê.

Navê wê jî Hêzên Rizgariya Kurdistan-HRK bû.

Şehadeta fermandar Egîd

Adara sala 1986’an ji bo têkoşîna gelê Kurd bi qasî êş û xemgîniyê, rê li ber destpêkirina gavên dîrokî vekir.

Fermandarê têkoşîna çekdarî Mahsum Korkmaz 28’ê Adara 1986’an li Çiyayê Gabarê şehîd bû.

Û şehadeta wî bû sedem ku Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê were sazkirin.

Serkeftinên li pey hev ên gerîllayên ARGK’ê, hişt ku bi ketina salên 1990’î re serhildanên gel bibe rêbaza têkoşînê.

Ragihandina agirbesta yekalî

Adara 1993’an têkoşîna azadiya Kurdistanê, derbasî qonaxeke nû bû.

Serokê giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo cara yekemîn agirbestek yek alî ragihand.

Di wextekî de ku hewlên çareserkirina aştiyane a pirsgirêka Kurd peyda dibûn, dewleta Tirk 6’ê Gulana 1996’an li dijî Ocalan plana reşkujiyê birêve bir.

Komploya Navneteweyî

Ev êrişa ku bê encam ma, 9’ê Cotmeha 1998’an veguherî qonaxa destpêkirina komployeke navneteweyî.

Û weke necam,

PKK’ê weke hêza her bi bandor li ser piya ye

15’ê Sibata 1999’an bi planeke bê bext, Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan dîl hate girtin.

Bi dîlgirtina Rêber Apo armanc ew bû ku tevgera azadiya Kurd were tinekirin.

Lê 23 sal in tevî êrişên qirkirinê jî PKK’ê hê li ser piyane.

Back to top button