Şaredariya Gel a Til Temirê tevî êrişên dewleta tirk a dagirker jî xebatên xwe yên xizmetguzariyê didomîne.Hevseroka şaredariyê Ronaz Yunis diyar kir ku tevî êrişên li ser navçeyê jî wan 14 proje xistine plansaziya xwe û wê li gor derfetên xwe xizmeta gelên xwe bikin.
Ronaz diyar kir ku Ji ber êrişên artêşa Tirk yên li ser herêmê gelek proje dereng man û derbarê wan 14 projeyên xwe de ev agahî da:
“Li navçe û gundên wê ew ê xetên ava vexwarinê werin danîn.
Rêya sereke ya navçe û gund dê were qîrkirin .
Kanalîzasyon dê werin sererastkirin û bajêr were ronîkirin.”
Ronaz da zanîn ku tevî êriş û astengiyan jî şaredarî li gorî derfetên xwe xizmeta niştecihên navçeyê dike.