Li Iraqê xwepêşandan berdewamin

Li Iraqê xwepêşandêran li dijî nebûna elektrîk û kêmaniya xizmetgurzariyan daketin qadan.

Li Bexda, Nasiriye, û Kerbelayê xwepêşandanên li dijî nebûna elektrîk û kêmaniya xizmetgurzariyan destpêkirin.

Li Bexdayê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derketin.

Duh bi şev jî li meydana Tehrîr ya Bexdayê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Hêzên ewlehiyê êrîşê xwepêşanderan kiribûn û di encama êrîşê de xwepêşanderê bi navê Ehmed Temîmî û xwepêşanderek din hatibûn kuştin zêdetirî 10 kesan jî birîndar bibûn.

Back to top button