Til Hemîs-Ji bo Şehîd Esaf Mihemed konê sersaxiyê hat vedan

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê şehîd Esaf Mihemed. 

Şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Mihemed li navçeya Til Koçerê di encama krîza dil de şehîd bû.

Ji wê wî konê sersaxiyê li navenda navçeya Til Hemîsê hat dayîn û xelkê navçeyê sersaxî ji malbatê re xwestin.

Li bin kon endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdullah El Salim axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre, hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya navçeyê Heyal El Xiwêr jî axivî û ev tişt anî ziman:

“Bi şehîdbûna şervanê me planên dewletên dijber ên ku dixwazin projeya neteweya demokratîk tune bikin, têk çûn.”

Merasîm bi siloganên “Şehîn Namirin” bi dawî bû.

Back to top button