Çeteyên dewleta Tirk 2 zarok ji Efrîna dagirkirî revandin

Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî di kirin û sûcên xwe de dewam dikin.
Herî dawî çeteyan 2 zarok ji navçeya Şêrawayê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 zarok ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrawa revandin da ku di berdêla berdana wan de fîdyeyê ji malbata wan bistînin.

Her du zarok jî Zeyneb Elî Xelîl (7) û Ibrahîm Ehmed Îbrahîm ê (9) ne.

Ev herdu 27’ê Adarê hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

27’ê mehê jî çeteyên dewleta Tirk li navçeya Mabatayê gule avêtin dibistanekê û di encamê de 10 zarok birîndar kirin.

Ev sûc hemû jî bi yek armancê pêk tên, ew jî koçkirina şêniyên li Efrînê ye.

Back to top button