Zelensky: Tevî hevdîtinan jî êrişên Rûsyayê didome

Şerê li Ûkrayna di roja 35’an de bênavber didome.

Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku operasyonên xwe didomînin armanca wan niha rizgarkirina herêma Donbas bi awayeke giştî ye.

Sergey Şoygu, diyar kir ku ji bo hevdîtin bigîhijên armancên xwe wê hêzên xwe ji dora Kîevê kêmtir bikin, giranî bidin rizgarkirina herêma Donbasê.

Ji aliyeke din ve ji doh ve li stenbolê ji bo rawestandina şer şandeyên Ûkranî û Rûsî civînek pêk anîn.

Têkildarî hevdîtinan de Serokê Ûkraynayê Vladomir Zelenskiy diyar kir ku her çendî Rûsya hevdîtinan pêk bîne jî êrişên xwe ranawestîne.

Pentagon jî ragihand ku wan nêzî 400 leşker 10 balafirên şer ê cûreya F 18 şandine Rojhilatê Ewropayê.

Konseya Ewlehî ya NY: Ji ber şerê li Ûkraynayê di cîhanê de xelaya xwarinê derketiye

Konseya Ewlehî ya Neteweyî Yekbûyî ji bo rewşa mirovî ya li Ûkraynayê civîya.de careke din civiya.

Di civînê de alîgirê Wezîrê Karê derve yê Amerîka Wendy Sherman diyar kir ku ji ber êrişa Rûsya li ser Ûkraynayê niha di cîhanê de xelaya pêwîstiyê jiyanê( weke rûn, genim, madeyên enerjiyê) derketiye holê.

Back to top button