Parêzer Xalid Omer: Tecrîda li ser Rêber Apo dûrî hemû qanûnan e

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan parêzer Xalid Omer dibêje:
“Astengkirina hevdîtinên bi Rêber Ocalan re, binpêkirina zagonên têkildarî mafên girtiyan e.”

Xalid Omer diyar kir ku astengkirina dayîna agahiyên têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve, binpêkirin e û got:

“Tecrîda ku niha li dijî Rêber Apo tê meşandin, ji hemû yasayên heyî yên mafê girtiyan dûr e.

Girtina Rêber Apo ne rewa ye û tu bingeheke yasayî jê re tune ye.”

Xalid Omer da xuyakirin CPT’yê di rapora xwe ya herî dawî de diyar kir ku li Îmraliyê îşkence tê kirin, lê tevî wê jî tu hewldan ji bo bidawîkirina îşkenceyê nekirin û bi erka xwe ranebû.

Back to top button