Rîham Heco: Erdogan plana datîne PDK jî bê şerm pêk tîne

“Erdogan li dijî Êzidiyan planan dike û PDK jî bê şerm pêk tîne.”
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco bi van gotinan ve rola PDK ya di peymana Şengalê de anî ziman.
Riham Heco diyar kir ku ger hikûmeta Iraq û PDK di pêkanîna vê peymanê de israr bikin wê li Şengalê karêset derkeve.

Hikumeta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2020’an de li ser rêvebirina Şengalê peymanek îmze kir, bêyî ku daxwaza xelkê Şengalê di ber çavan re bigire.

Girêdayî mijarê, hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco li ser peymana Bexda-Hewlêrê axivî.

Hevseroka Reveberiya Xweser a Şengalê vê peymanê weke komplo pênasekir û diyarkir ku ev komplo li dijî şêniyên Şengal û destkeftiyên wê ye.

Rîham Heco got:

“Ji nimûneya demokratîk a li Şengalê ditirsin ji ber wê van hewldanan dikin. Ne ji mafê PDK’ê ye ku hêzên wê di êrişên DAIŞ’ê de ji Şengalê revîn, li ser vê yekê biaxive.

PDK dewsa ku li hemberê komkujiya Şengalê rexnedayîna xwe bide, îro bi dewleta Tirk û Iraqê re dibe yek û dixwaze vîna heyî ya xelkên Şengalê ji holê rabikin. Ev yek komplo ye.”

Rîham balkişand li ser serdana Neçîrvan Barzanî a dawî ya bi Erdogana re û diyar kir ku her Erdogan ji PDK’ê re planan datîne û ew jî bê şerm pêk tîne.

Der barê hevdîtinên wan bi aliyên Iraqê re, Rîham got ku wan gelek hevdîtin bi aliyên iraqî re û di nav de hikumeta Iraqê, pêk anîne û destnîşan kir ku wan xwestekên gel û redkirina peymanê gihandin wan.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di dawiya axaftina xwe de got helwesta hikumeta Iraqê cihê mixabiniyê ye, ji ber ku îsrar dike peymanê pêk bîne.

Her wiha diyar kir ku gel vê peymanê red dike û piştrast kir ku ger hikumetê hewl da peymanê pêk bîne, dê karesatek pêk were.

Back to top button