Herêmên Parastinê yên Medyayê 34 caran hate bombekirin

Îro jî HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewame.

22 û 23’ê Adarê li Garê qadên Deşta Kafya û Girê Zengilê, li Xakurkê jî Qada Şehîd Şerîf 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23’ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê û li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 27 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button