Li Dêra Zorê mayînek bi karwanekî leşkerî yê Rûsî ve teqiya

Li ser rêyeke nêzîkî bajarê Dêra Zorê karwanekî leşkerî yê Rûsî hat armancgirtin.

Wezareta parastinê ya Rûsî îro ragihand ku li parêzgeha Dêra Zorê ji ber teqemeniyekê li kêleka rê hatibû çandin, generalekî Rûsî hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Teqîn ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû çandin.

Hêzên hikûmeta Şamê û milîsên Îranê herêma ku karwanê Rûsî hatiye armancgirtin, kontrol dike.

Her wiha ew herêm navenda şaneyên veşartî yên çeteyên Daiş’ê ye ku li dijî hêzên hikûmetê û milîsên Îranî êrîşan pêk tînin.

Di vê çarçoveyê de, çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku komeke milîsên bi ser hikûmeta Şamê ku ji 50’î çekdarî pêk dihat li çolistana Meyadîn ê yê li gundewarê Dêra Zorê ketin nava zeviyekî mayînan.

Ji ber wê 6 çekdar ji milîsên hikûêmetê hatin kuştin.

Back to top button