Serokê DYA Biden: Şefê El Qaîde Eymen El Zewahîrî hat kuştin

Li paytexta Efxanistan Kabulê, şefê El Qaîde Eymen El Zewahîrî hate kuştin.
Serokê DYA Biden ragihand ku êriş bi rêya dronekê pêk hatiye û got:
Edalet bi cih hat û ev rêveberê tetorîst êdî tune ye.

Serokê DYA’yê Joe Biden doh êvarî bi daxuyaniyekê ragihand ku Eyman El Zewahîrî yê bi eslê xwe Misirî, di şeva Şemî-Yekşemê de, li Kabûlê bi êrîşeke bi droneyê hatiye kuştin.

Biden diyar kir ku êrîşa bi droneyê bi fermana wî hatiye kirin û got,

“Edalet bi cih hat û ev rêveberê terorîst êdî tune ye.”

Ayman El Zewahîrî yek ji wan kesan bû ku li cîhanê herî zêde ji aliyê DYA’yê ve dihate lêgerînkirin.

Ji bo dîtina wî jî 25 milyon dolar weke diyarî destnîşan kiribû.

Zewahîrî piştî ku Ûsama Bîn Ladîn li Pakistanê ji aliyê Amerîka ve hate kuştin, 2011’an bû şefê El Qaîdeyê.

Zewahîrî ji aliyê Amerîkayê ve weke yek ji berpirsyarê sereke yê êrîşa 11’ê Îlonê dihate nirxandin ku bêtirî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarên Amerîkî, Zewahîrî gelek caran û bi demdirêjî derdikete şaneşînê û bi vî rengî hate tespîtkirin.

Eymen El Zewahirî di sala 1951’an de li Misirê ji dayîk bûye.

Di sala 1974-1977’an de di nav artêşa Misirê de leşker bû.

Di sala 1988’an de peywendî bi El Qaîde re kiriye û yek ji wan kesan bû ku di sala 1980’an de bi kuştina serokê wê demê yê Misrê Enwer Sadat dihat tewambarkirin.

Rayedarên Amerîka diyar kirin ku hebûna Zewahîrî yal i Kabûlê, ‘binpêkirina eşkere’ ya peymana 2020’an a bi Talîbanê re ye.

Li gorî peymana ku di navbera Amerîka û Talîbanê ya li Dohayê hate mohrkirin de, diviyabû El Qaîde li Efxanistanê tune be.

Piştî vê peymanê Talîban di Tebaxa 2021’ê de bûbû desthilatdar.

Back to top button