Xabûr Ekad: Em pabendî peymana agirbestê ne

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Xabûr Ekad, destnîşan kir ku hêzên wan pabendî agirbestê ne, lê eger êriş hat ser wan dê bêdeng nemînin.

Xabûr Ekad diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi awayekî rasterast gundiyan hedef digire bi vê yekê dixwaze herêmê ji niştecihên resen vala bike.

Ekad destnîşan kir ku piştî civîna Tehranê êriş li herêmê zêde bûn û got :

“Dewleta Tirk ji ber nikarî erêkirinê bi dest bixe êrişên xwe zêde kirin .”

Em pabendî lihevkirina agirbestê ne.

Lê dema êriş hat ser me em ê bêdeng nemînin û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê bidin.”

Her wiha, Xabûr Ekad destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina wan peymanan didomînin.

Xabûr dawiyê bang li hêzên gerantor kir ku xwedî li erkê xwe derkevin.

Back to top button