Azadiya Rêber Apo..Profesor Norman Peach: Tecrîd skandal e, divê Ewrûpa çareser bike

Profesorê Almanî Norman Peach diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan ne yasayî ye û tekez kir divê welatên Rojava û Ewrûpa vê pirsgirêkê çareser bikin. Nivîskar û Rojnamegerê Başûrê Kurdistanê Şivan Dawidî anî ziman ku bi tecrîdê wê dewleta Tirk nikaribe pêşî li daxwaza mafê kurdan ê rewa bigre. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî dibêje bi tecrîdê pirsgirêka kurd çareser nabe tekane rêya çareseriyê azadiya Rêber Apo ye.

Li dijî bergala tecrîda girankirî ya li Îmraliyê dengê nerazîbûnan zêde dibin.

Profesorê Alman Norman Paech ku weke hiqûqnasek timî bi doza Kurd re eleqeder e û di salên 1990’an de bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, li dijî tecrîdê ji televîzyona Medya Haberê re axivî û got:

Komploya Îmraliyê bi alîkariya CIA û MOSSAD’ê pêkhat.

Ev alî bi destê dewleta Tirk dixwazin Ocalan ji hemû peywendiyên wî yên, îdeolojîk û polîtîk qut bikin.

Her çendî tecrîda di warê fizîkî de hatibe serxistin jî, di warê îdeolojîk de bê encam maye.

Profesorê Alman diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan sosret e û got;

Divê welatên Rojava û Ewrûpa vê pirsgirêkê çareser bikin.

Şivan Dawidî: Tecrîda li ser Ocalan wê rewşa Tirkî xirabtir bike

Nivîskar û Rojnamegerê Başûrê Kurdistanê Şivan Dawidî jî diyar kir ku bi tecrîdê wê dewleta Tirk nikaribe pêşî li doza gelê Kurd bigre.

Şîvan Dawidî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan wê rewşa Kurd û Tirkiyê xerabtir bike û wiha got:

Rewşa aboriya Tirkiyê ya aloz, encama polîtîkayên tecrîdê ye.

Parlamenterê HPD’ê Omer Ocalan: Tekane rêya çareseriyê Ocalan e

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî tecrîd şermezar kir û got:

Tevî biryara Wezîran a Konseya Ewrûpayê, dewleta Tirk di tecrîdê de israr dike û qanûnên xwe binpêdike.

Divê biryara Komîtê were bicihanîn.

Ger hevdîtin çêbibe wê tevahî pirsgirêkên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bên çareserkirin.

Ji bo wê jî yekane rêya çareseriyê û azadiya birêz Abdullah Ocalan e.

Back to top button