Hikumeta Şamê bi giranî gundên Cebel El-Zawiyê topbaran kir

Li gel dewambûna şerê dijwar li Idlibê, hikumeta Şamê bi mûşekan êrîşî 2 gundên Cebel El-Zawiyê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro sibeha hêzên hikumetê bi nêzî 100 mûşekan gundê Benîn û Şenan ê Cebel El-Zawiyê topbaran kir.

Çavdêriyê duh diyar kiribû ku çeteyan leşkerekî hikumetê li gundê El-Melaca li başûrê Idlibê kuşt.

Her wiha hêzên hikumete duh jî deverên Dêr Sinbil û Kensefera û hin aliyên din li başûrê Idlibê topbaran kir.

Back to top button