Agirbesta li Idlibê ku di roja xwe ya 86’an de ye, her roj tê binpêkirin. Vê carê jî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk êrîşî hev kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şevê din şer û pevçûn di navera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tir de li aliyê Bênîn ê Cebel El-Zawiyê çêbû.
Li gorî çavdêriyê, di vî şerî de kuştî û birîndar ji her du aliyan de, çêbûn..
Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker hêzên hikumeta Şamê li bajaroka Orm El-Kubra bi mûşekan, kir armanc.
Berî du rojan jî, 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û 3 çeteyên Heyaet Tehrîr El-Şam li gundewarê Idlibê, hatin kuştin.