Çeteyan li navçeya Şiyê ya Efrînê ciwanê 18 salî revand

Di çarçoviya guhartina demografiya Efrînê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî sivîlên Efrînê pêk tînin. Çete li navçeya Şiyê ciwanekî 18 salî revand, şûnwarên navçeya Şera jî talan dikin.

Malpara Afrînpost diyar kir ku Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Şêxo Abdîn Ehmed (18) yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revand.

Malpar da zanîn ku çete ji bo standina fidyeyan Şîxo revandin.

Çete şûnwarên navçeya Şera talan dikin

Çalakvanên herêmî jî diyar kirin ku çeteyan gireke şûnwarî yê di navbera gundên Qestelê Kişik û Qirtqilaqê yên navçeya Şera ya Efrînê talan dikin.

Çalakvanan dan zanîn ku çeteyan gir bi alavên giran dikolin.

Back to top button