Li rojavayê navçeya Xaneqînê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên Iraqî û tûgaya 23 ya Heşda Şebî kirin. Di encam êrîşê de, 2 leşkerên artêşa Iraqî û yên Heşdê hatin kuştin.
Li gundê Elî Seidunî yê bi ser navçeya Xaneqînê ya Diyalayê ve, derengiya şava borî çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser hêzên Iraqî û Heşda Şebî.
Li gorî agahiyên Fermandarê Tûgaya 5 a Pêşmergeyan Kemal Mihemed dane, şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Iraqî û Heşda Şebî de, 2 saetan berdewam kir û paşê çete bi paş de vegeriyan.
Kemal Mihemed eşkere kir ku di şer de fermandarekî tûgaya Mixawîr a Artêşa Iraqê yê bi navê Mihemed Hesen û çekdarê Heşda Şebî yê bi navê Mihemed Elî hatin kuştin.
Her wiha hin çekdarên Heşdê birîndar bûne, lê der barê windahiyên çeteyan de ti agahî bi dest neketin.