Erdogan ji Sanchez xwest ku biryara naskirina Rêveberîya Xweser ya Katalonya bê betal kirin

Dewleta Tirk a ku li Kurdistanê qirkirina Kurdan kiriye armanca xwe ya sereke li derveyî welat jî li dijî destketiyên Kurdan di nava hewldanan de ye.
Tê gotin ku di hevdîtîna duh ya serokê rêjima Tirk Erdogan û Serokwezîrê Îspanya Pedro Sançez de, Erdogan xwestîye ku biryara Parlemena Katalonya ya naskirina Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bê betalkirin.

Dewleta Tirk di her derfetê de dijminahîya xwe ya li dijî gelê Kurd eşkere dike û hewceyî bi veşartina vê yekê jî nabîne.

Lê tevî vê rastiyê jî rayedarên PDK’ê, weke berdevkê dewleta Tirk tevdigerin û êriş û dagirkeriya wan rewa nîşan didin.

Çend roj berê Mesrûr Barzanî di forumeki de axivî û got: ”Tu pirsgirêkek Dewleta Tirk bi Kurdan re tuneye, ew tenê şerê PKK’ê dike.”

Di heman rojê de wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar jî gotibû; ”Ne livir, Ne jî li ciheke din coxrafiyek bi navê Kurdistanê tuneye.”

Duh jî Erdogan û Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez li Tirkiyê hevditîn pêkanîn.

Di vê hevidîtînê de derveyî mijarên navbera herdu welatan de, tê gotin ku Erdogan ji Sanhcez xwestîye ku biryara parlementoya Katalonya ya naskirina Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bê betal kirin.

Back to top button