Yekem şehîda tevgera azadiya jin Besê Anûş

39 sal li ser pêngava 15’ê Tebaxê re derbas dibin, lê her kes dizane ku bingeha vê pêngavê ji salên 1978’an ve tê avêtin,heya pêngava 15’ê Tebaxê jî, li gelek cihan ceribandinên gerîlatiyê çêbûne û şehîdên leheng yên wê demê hene.
yek ji van şehîdên pêşeng yên wê demê Besê Anûş e. Weke şehîda destpêke ya tevgera azadiya jin derbasî nav pêlên dîrokê bû.

Ji destpêka xebatên birdoziyê heta avabûna tevgera azadiyê (PKK), ji zindanan heta serhildanên gelê Kurd di her qadê de jin hebû.

Jinan bi berdîlan destarê azadiyê hêran û têkoşîna xwe kirin kabûsek ji desthilatdariya mêr a 5 hezar salî re.

Ev yek jî bi tevlîbûna wan di nava şoreş û tevgera azadiyê de xuya kir.

Berxwedana Heval Sara, Sakîne Karakoçan, Turkan Derîn, Besê Anuş, jinên pêşeng yên vê pêvajoyê ku rola jinê di nava têkoşîna azadiyê de diyar dikin.

Van têkoşeran ala berxwedanê ya jinê hildan û gihand ezmanan.

Di demeke ku kesî nediwêrî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê dengê xwe bilind bike, ew li gelek cihan ketin nav şer û pevçûnên leşkerî.

Mînakeke leheng ku mohra xwe li pelên dîroka tevgera azadiyê daye jî, Besê Anuş e.

Besê Anuş di sala 1960’an de li Mereş, Pazarcik’ê ji dayîk bû.

Piştî qetlîama Mereşê bi awayekî heremî tevlî xebatên PKK’ê dibe.

Qetlîama Mereşê li ser heval Besê bandorekî kûr dike û lêgerînan ava dike.

Li ser vê bingehê bi çûyîna gelek gûndên Pazarcixê bi taybet ji jinan re, bi gel re li ser mijarên ‘dê gel li hemberî faşîzma Tirk xwe çawa biparêze gelek civînan lidardixe.

Li gel vê li gundan perwerdeya çek dide jinan. Li hemberî faşîstan û leşkerên dagirkeriyê çalakiyên leşkerî pêk tîne.

Weke wê digot:

Ger ez şehîd bikevim ez bawer dikim ku bi sedan jin dê çeka min hildin .

Dê bi hezaran jin li çiyayên Kurdistanê şer bikin’.

Besê û rêhevalên wê di 17’ê Adara 1981’an de di demeke ku amadekariyên xwe dikin ku derbasî Lûbnanê bibin û perwerdeya gerîlatiyê bibînin de bi operasyonek dagirkeriya dewleta Tirk tên dorpêçkirin û li gel rêhevalên xwe di encama pevçûneke dirêj de şehîd dibe.

Di oxira xeta azadiya jin û tevahî gelan de bû şehîda yekemîn a tevgera azadiyê jin.

Her çiqas rêheval Besê piştî tevlîbûna xwe di demekê kin de şehîd bûbe jî, ew sekin û tevlîba wê ya di vê demê kin de raber kir .

Di astekî girîng de pêşketina tevgera jinê bandor kir.

Niha ne bi sedan bi hezaran li pey doza şehîd Besê li çiyayê azad dibezin.

Ji bo bîranîna bûyîna şehîda yekemîn a heval Besê, artêşbûna jinê hat avakirin.

Komeleya jin (KJ) hat avakirin, Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê hat pêşxistin.

Ev hemu ji wesiyeta yekemîn şehîdên jin re, bersiv e.

Back to top button