Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê jinek Êzîdî tevî kurê wê ji rêveberiya Kampa Holê wergirtin

Rêveberiya Kampa Holê jineke Êzîdî û kurê wê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, radestî komîteya mala Êzîdiyan li herêmê Cizîrê kir.

Piştî şopandina û lêkolînê, mala Êzîdiyan bi hevkariya rêveberiya Kampa holê, jina Êzîdî ya bi navê Sahira Qasim Casim û kurê wê Hêwan Mahir Mehmûd ên ji gundê Til Benat ê Şegalê di kampê de nas kirin.

Komîteya mala Êzîdiyan jina Êzîdî tevî kurê wê ji kampê wergirtin, û di demeke nêz de wan vegerînin Şengalê.

Sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji Şengalê revandin.

Piştî çeteyên DAIŞ’ê têkçûna DAIŞ’ê, gelek jinên êzidî yên ku hatibûn revandin, şandin kampa Holê, ji ber nasnameyên wan ne diyar bûn.

Back to top button