15’ê Tebaxê berxwedana di cewher û xwezaya jinê de hebû derxist holê

Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê weke cejina vejînê ya navnetewî tê pîroz kirin.Jinên Kurd bi biryar, îrade, hêza xwe û bi ruhê 15’ê Tebaxê berê xwe dan artêşbûna jinê.Jinan di bin banê YJA Starê artêşa xwe avakirin û misyona parastina jinên kurd hilgirt ser milên xwe.

Jinên kurd ku ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girtin, bi pêngava 15’ê Tebaxê re bûn pêşengên têkoşîna çekdarî.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku weke guleya yekem derbasî dîrokê bû, serhildan û Berxwedan ku ji xwe di cewher û xwezaya jinê de hebû derxist holê.

Pêşengên têkoşîna azadiyê jin di vî warî de xwedî roleke girîng bûn û bingeha artêşbûnê danîn.

Piştî şehadeta yek ji pêşengên gerîlayên jin Berîtan sala 1993’an Yekîneyên biçûk yên jin hatin avakirin.

Ev jî bû bingeha artêşbûna jinê.

Ji sala 1993’an heta 2005’an wek yekîneyên Eskerî li çiyayên Kurdistanê xwe birêxistin kirin.

Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li 4 beşên kurdistanê û derveyî welêt belav bûn.

Ji ber vê hewcebûn ku qadan xweparastinê bê cudakirin.

Jinên kurd sala 2005’an di bin banê koma pilind KJB’ê de bi navê yekîneyê jinên azad STAR artêşa xwe avakirin.

YJA Star misyona parastina jinên kurd hilgirt ser milên xwe û li hemberî êrişên dijî gelê kurdistanê û jinan ji bo parastin û bersivdayînê xwe berpirsiyar dît.

YJA Star beriya her tiştî xwe ji bo parastina tevahiya nirxên azad û azadiya jinê erkdar dibîne û li dijî tevahî êrişên birdozî, siyasî û civakî xwe weke hêza parastinê pênase dike.

Di nava PKK’ê de bi sedan jinên şoreşger bi idîyayeke mezin û bi biryarbûn, berxwedaneke bêhembar û bi rihekî fedayî, bi helwesta Bêrîtan, Zîlan, Sema, Ezîme, Şîlan, Nûda, Viyanan, Rozerîn û Çîçekan, bi dirûşma ‘ Yên têdikoşin azad dibin Yên azadbûyî bedew dibin Yên bedew jî têne heskirin’ heta dawiyê li berxwe didin û ji bo azadiyê têdikoşin’.

Jinên Têkoşer îro jî li Zap,Avasin,metina tevahi heremen parastina medya li berxwe didin

Back to top button