Li Şehba 31 xwendekarên peymangeha Ş. Viyan Amara der çûn

31 xwendekarên Peymangeha Ş. Viya Amara ya Zanistên Perwerdehiyê piştî xwendina 2 salan, li Şehbayê der çûn. Ji bo xwendekarên derçûn, şahiyek hat li darxistin.

Bi sedan xwendekarên Peymangehê, endamên deste û saziyên sivîl ên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê bşdarî şahiya derçûna 31 xwendekarên peymagehê bûn.

Di şahiyê de kesên axivîn, derçûne xwendekaran pîroz kirin, serkeftinên wan diyarî rêber Ocalan, gelê Şehbayê kirin û gotin:

Qonaxa ku em tê re derbas dibin, li gel planên dagirkirinê yên îmhakirinê dijwar e. Lê me bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em di têkbirina wan planan de dewam in.

Ruxmî hemû astengiyan, şênî bi fêrbûna zimanê dayikê ve girêdayî ne.

Piştî axaftinan, biwarname hatin belavkirin û xwendekarên ku asta yekemîn bi dest xistine, hatin xelat kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button