Li Dêra Zorê bi merasîmekê ev serkeftin tê pîrozkirin

QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera 3. a rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê bi şahiyekê pîroz dikin.

Bi boneya têkbirina DAIŞ’ê di warê leşkerî de li nuqteya herî dawî “Baxozê”, QSD û Meclisa Dêrazorê ya Sivîl salvegera rizgarkirinê li Heqil El-Umer pîroz dikin.

Fermandar, şervanên QSD’ê, endamên Meclisa Dêrazorê ya Sivîl û bi sedan şêniyên herêmê berê xwe dan cihê pîrozbahiyê.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 23’yê Adara 2019’an de rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Back to top button