QSD: Xeteriya DAIŞ’ê didome, divê piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin

Fermandariya Giştî ya QSD`ê û Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera 3`yemîn a rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ’ê daxuyanî dan. QSD’ê û Rêveberiya Xweser carek din hişyarî li ser xetereya DAIŞ`ê ku hê jî dewam dike, dan û bang li civata navneteweyî kirin ku alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk jî bigirin.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi boneya salvegera 3`yemîn a rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ`ê de, daxuyaniyek da.

QSD`ê destpêkê di şexsê şehîdên Baxozê de hemû şehîdên di oxira azadiyê canê xwe dan bi bîr anîn û şervan û gelên herêmê ku di têkbirina DAIŞ’ê de jî ked dan silav kir.

Fermandariyê diyar kir bi saya hêzên wan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi alîkariya civata navneteweyî cîhan ji mezintirîn xetereyê rizgar bû.

Bi vesîleya salvegera 3`yemîn a rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ`ê QSD carek din bal kişand ser xetereya DAIŞ’ê û wiha got: “Em dubare dibêjin rêxistina terorîst DAIŞ’ê hewl dide xewnên xwe pêk bîne, hin herêmên din ên Sûriyê û Iraqê kontrol bike.

Mînaka herî berbiçav jî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê bû.

Me her tim bang li civata navneteweyî dikir ku vê dosyayê çareser bike, her wiha alikariyê bide avahîsaziya li herêmê.”

QSD`ê diyar kir civata navneteweyî û rêveberiya dewletan dosyeya çeteyên DAIŞ’ê paşguh dikin û bi erka xwe ranabin.

Fermandariya QSD`ê dawî bang li dewletên di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de kir û got:

Divê Koalîsyona Navneteweyî têkildarî şerê demdirêj destekê bidin hêzên me, her wiha stratejiyeke leşkerî, ewlehî û siyasî diyar bike da ku rêxistina terorîst zindî nebe.

Her wiha em bang li civata navneteweyî jî dikin ku alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.”

Rêveberiya Xweser: Vîna ku li Baxoz û Kobanê çete têk birin dê têkoşîna xwe bidomîne

Bi heman boneyê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir bi rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ`ê, hemû hewldanên ku DAIŞ dixwest li herêmê pêk bîne hatin vala derxistin.

Di daxuyani yê de Rêveberiya Xweser bal kişande ser hewldanên dewleta Tirk yê ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê û got:

“Divê civata navneteweyî û Koalîsyon û hemû hêzên peywendîdar têkildarî dosyaya bi hezaran terorîst û malbatên wan bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin.”

Rêveberiya Xweser di dawî de got: “Vîna ku DAIŞ li Kobanê û Baxozê têk bir, her wiha li hemberî siyaseta qirkirinê ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sekinî, dê têkoşîna xwe dewam bike û hemû herêmên dagirkirî rizgar
bike.”

 

Back to top button