Balafirên Tirkiyê 3 caran bajarokê Mangeşk ê Dihokê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk sê caran bajarokê Mangeşk ê Duhokê bombebaran kir. Heta niha der barê ziyanan de ti agahî nehatine dayîn.

Her wiha, di çarçoveya êrîş û bombebaranên Tirkiyê de, kampanyaya îmzeyan, ku ji bo derxistina leşkerên wê hatibû destpêkirin, dewam dike.

Koçberên Êzidî yên li Silêmaniyê 300 îmze li dijî Tirkiyê kom kirin

Welatiyên Êzidî yên ku ji ber Fermana 2014’an koçî Silêmaniyê bubûn, tev li kampanyayê bûn û li dijî Tirkiyê îmze dan.

Malbatan, 300 îmze radestî rêveberiya kampanyayê kirin.

Tevî qedexeya derketina derve, kampanyaya îmzeyan li seranserî Başûrê Kurdistanê hîn didome ku heta niha 25 hezar îmze hatine komkirin.

Ciwan û Jinên welatparêz armanc dikin ku jimara îmzeyan bigihîje 50 hezarî, da ku piştre radestî parlamena Başûr, parlamena Iraq, NY û balyozên dewletan bikin.

Back to top button
Close
Close