Li Qamişlo Tevgera Hilala Zêrîn çalakiyek hunerî li dar xist

Li bajarê Qamişlo Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşmeya ” Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” li Navenda Mihemed Şêxo çalakiyên Mûzîkî û pêşengehek Wêneyan li dar xistin.

Di çalakiyê de tabloyên curbecur ên zarokan hatin pêşkêşkirin.

Di tabloyên fêkî, lawir, amûrên şûnwrî û hwd hatin xêzkirin.

Endama dibistana Niwêla ya Tevgera Hîlala Zêrîn Zelal Mûsa diyar kir ku 4 mehin ew amadekariya vê çalakiyê dikin û wiha anî ziman:

Armanc ji vê pêşangehê piştgiriya zarokan bikin û aliyê wan ê afrînerî aşkera bikin.

Zelal diyar kir ev çalakî di çarçoveya piştgiriya pêngava “ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de pêk hat.

Herî dawî çalakî bi xelatkitina zarokan û bi gera li nava pêşangehê bi dawî bû.

Back to top button